Leşkirên Tirkiyê li ser sînorê Rojava kesekî sivîl bi lêdanê kuştin

Leşkirên Tirkiyê li ser sînorê Rojava kesekî sivîl bi lêdanê kuştin

Leşkirên Tirkiyê kesekî xelkê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor girtin û bi lêdan û qutanê kuştin.

Duh Leşkirên Tirkiyê li ser sînorê Rojava 3 kes girtin ku dixwastin ji gundê Erada yê nahiya Zirganê ya bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin.

Li gorî agahiyan, serbazên Tirkiyê gelekî li wan dan û peritandin.

Yek ji wan bi navê Ridwan Ehmed canê xwe ji dest da, yên din jî ji aliyê serbazan ve hatin girtin.

Pustên heman beş