Hêzên Pêşmergehên Kurdistanê û artêşa Îraqê dê operasyonên hevbeş li dijî rêxistina terorîya DAÎŞê encam den.
Îro roja şembî 4/12/2021ê civîneke leşkerî a berferehî li asta jûr li nêvbera fermandariys operasyonên hevbiş a Îraqê û wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat li darxstin.
Di vê civînê de, ku emîndarê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer û herwiha fermandarên eniyên 1, 2 û 3 û 4 yên hêzên Pêşmerge têde beşdar bûn, hewlên rû bi rû bûna DAÎŞê û encam dana operasyonên hevbeş bi artêşa Îraqê re hat nîqaş kirin.
Di vê civînê de fermandarên Hevpeymanîya Navdewletî ya dijî DAÎŞê jî têde amadebû, hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê biryar dan hemahengîyê ji boy rû bi rû bûna DAÎŞê li Navçeyên Kurdistanî bikin.
Ev civîna hêza Pêşmerge û artêşa Îraqê paş du rojan ji êrîşa DAÎŞê ya li ser gundê Xidircîce ya girêdayî Mexmûrê tê ku têde 10 Pêşmerge û 3 hemwlatiyên sivîl şehîd ketine.