Sê bajarên Rojhilat hevpeymaniyekê li gel Herêma Kurdistanê pêk tînin

كوردستان-رۆژهلات-east-kurdistan

Parêzgarê nû yê Sine ragihand ku parêzgahên Sine, Kirmaşan û Urmiyê hevpeymaniyeke nû ya aborî pêk tînin. Hevpeymanî hewl dide bazirganiya ligel Herêma Kurdistanê zêde bike.

Parêzgarê Sine Îsmaîl Zariî Kuşa roja Şemiyê (04.12.2021) di civînekê de ligel berpirsên Rêxistina Pêşesazî û Bazirganî ya Sine de got: “Ew hevpeymaniya aborî ya navbera parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyê di siberojeke nêzîk de tê pêkanîn.”

Li gor Îsmaîl Zariî Kuşa, bi rêya wê hevpeymaniya aborî dibe planên baştir bên danîn û pevguhertina yan tevgera bazirganî ligel Herêma Kurdistanê zêdetir dibe. Sê deriyên navdewletî û çar deriyên nîv fermî yên parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ligel Herêma Kurdistanê hene û salane bi bihayê nêzîka 6 milyar dolar bi rêya wan deriyên sînor bazirganî ligel Herêma Kurdistanê tê kirin.

Tenê beşek ji wan kelûpelên di deriyên sînor re bo Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin, berhemên parêzgahên Sine, Kirmaşan û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ne, herçiqas berpirsên wan hersê parêzgehan herdem bazarên Herêma Kurdistanê wek derfetek bo berhemên xwe dîtine.

Pustên heman beş