Çekdarên PKKê tevahiya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê li Şingalê girtin!

Çekdarên PKKê tevahiya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê li Şingalê girtin!

Tevahiya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê li devera Şingal ji aliyê PKKê ve hatin girtin.

Çavkaniyekî nêzîkî PKKê li Şingalê ji kanala K24 re gotiye, îro bi fermana YBŞê, ku girêdayî PKKê ye, tevahiya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê li devera Şingal hatin girtin, tenê rêveberiya polîs maye.

Serokê şaredariya Şingal, Cemîl Sivok jî ragehandiye, îro danê sibê çekdarên PKKê em agahdar kirin ku divê avahiya şaredariyê vala bikin û deriyê wê jî bigirin.

Cemîl Sivok her wiha gotiye, niha komek çekdarên PKKê li ber derî ne da ku ew ferman were bicîhanîn.

Serokê şaredariya Şingalê daye zanîn jî, wan pêwendî bi cîgirê parêzgarê Neynewa Sîrwan Rojbeyanî re kirine û rewş jê re gotine, wî jî bersiva daye û gotiye ku haya wan jê heye û dê hêzeka asayişa niştimanî ya Iraqê bişînin Şingalê bo kontrolkirina wê kirîzê.

Pustên heman beş