Piştî ku bi telefonê peywendî bi berpirsekî PKK’ê li sînorê Şingalê hatiye kirin, ev berpirsê PKK’ê diçe û gerîlayekî bi 3 gulleya dikuje.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Şingalê eşkere kir, berpirsekî PKK’ê yê bi navê heval «Hikemet» li sînorê Şingalê, li roja 17/11/2021an, piştî ku kesek bi rêya telefonê bi wî re dipeyve, diçe û gerîlayekî bi navê «Şêrwan Ahmed» di nava hevalên wî di bi demancê dikuje û 3 gulleya li bedena wî dide.
Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, ev gerîlayê PKK’ê bi îxanetê hatbû sûçbarkirin, ji ber ku li cem hin ji hevalên xwe siyaseta PKK’ê û Ocalan der barê başûrê Kurdistanê rexne kiribû, ji ber vê yekê bi biryara Qendîlê ew hat tesfiye kirin.
Hat hînbûn ku piştî kuştina Şêrwan Ehmed, cenazeyê wî ji boy gundê Kersê yê ser bi bajarokê Sinonê hatiye veguhastin û li wirr hatiye avêtin.
Li gor zanyariyan, Hikmet û Şêrwan her du xelkê Bakurê Kurdistanê ne û demek dirêje pêwendî bi refên rêxistina PKK’ê kirî.