Pirtûka ‘Zarokên Minarê’ derket

Pirtûka - Zarokên Minarê

Pîrtûka bi navê `Zarokên Minarê` ya nivîskar Şefîq Pêşeng a ku li ser jiyana xwe ya dibistanê nivîsandiye, derket.

Pirtûka lêkolîner û nivîskarê Kurd Şefîq Pêşeng a bi navê `Zarokên Minarê; Yatiliya Tirkan Hişyarbûna Kurdan` ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin û pirtûk ji 252 rûpelan pêk tê.

Naveroka berhemê

Nivîskar Şefîq Pêşeng di `Zarokên Minarê` de behsa jiyana xwe ya li dibistanên Tirkiyê dike û bi vî awayî jiyana hemû zarokên Kurd ên ku li xwendingehên bi navê `yatili okul` ên Tirkiyê xwendine radixe ber çavan û bandora van xwendingehan a li ser bîr û boçûnên zarokên Kurd nîşan dide.

Pustên heman beş