Metirsiya pevçûnê di navbera PKKê û artêşa Iraqê de li Şingalê heye

Metirsiya pevçûnê di navbera PKKê û artêşa Iraqê de li Şingalê heye

Hêzeke zêde ya artêşa Iraqê di nav bajarên Şingalê hatiye belav kirin û çekdarên PKKê jî gefan li wan dixwin.

Li gor zanyariyên berdest, metirsiya pevçûnê di navbera PKKê û artêşa Iraqê de li Şingalê heye û artêşa Iraqê daxwaza hêza piştevan ji Bexdayê kiriye.

Herwaha amaje bi wê yekê tê kirin ku metirsî heye çekdarên milîsên Heşdî Şeibî ku nêzîkî Îranê ne û rêkeftina wan li gel PKKê heye, li hember artêşa Iraqê hewkariya PKKê bikin ji bo êrîşî artêşa Iraqê bikin.

Duh 14.01.2022yê hêzeke artêşa Iraqê peykerê Zerdeşt Şingalê yê li Şingalê rakir û PKKê jî moleta 12 demjimêr danîna wî peykerî da artêşa Iraqê, eger na dê êrîşî artêşa Iraqê bikin.

Fermandarê Pêşmerge li sînorê Şingalê Qasim Şeşo ragehand: Eger pevçûna PKKê û artêşa Iraqê pêkbê dê rewşa Şingalê bi temamî têkbiçe. Beşek ji Heşdî Şeibî çûne eniya PKKê û ev jî metirsiya zêdetir li ser navçeyê çêdike.

Qasim Şeşo amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste PKK Şingalê vala bike û got: ‘’Tişta PKK li Şingalê dike, pêxistina agirê fitnê ye û alozkirina bajar e.’’

Zerdeşt Şingalî yek ji rêveberên PKKê bû, sala borî ji ber bombebaran balefirên Tirkiyê canê xwe ji dest da.

Berî naha jî berpirsên qezayê hişyarî dabûn ku PKK peyker û wêneyên kesên xwe yên hatine kuştin li nav Şingalê datîne.

Pustên heman beş