Artêşa Sûriyê baregehekê artêşa Tirkiyê topbaran kir

Artêşa Sûriyê baregehekê artêşa Tirkiyê topbaran kir

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa rejîma Sûriyê baregeha artêşa Tirkiyê ya li bajarokê Kensefra ya çiyayê El-Zawiye ku dikeve başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên SOHRê dane, hejmarek kesên di hundirê baregehê de birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku ev êrîşa hêzên rejîmê piştî zêdebûna tevgera leşkerî ya komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li gundewarên rojhilatê Idlibê pêk hatiye.

Pustên heman beş