Asayîşa PYDê 3 welatiyên Kurd bi awayekê hov kuştin

pyd-Asayîşa PYDê

Hêzên Asayîşa Partîya Yekêtîya Demokratîk “PYDê” 3 welatiyên Kurd li Rojava Kurdistanê yên bajarê Girê Spî revandin û li Qamşloyê, bi awayekê hov kuştin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê zanyariyên herî teybet li derbarê yek ji tewanên hov yên Asayîşa PYDê bi dest xistin, ew jî tewana revandin û kuştin 3 welatiyên bajarê Girê Spî yê ye.

Çavkaniyên me li Rojava Kurdistanê, agahiyên vê tewanê ji yêk ji endamên malbata qurbanîyan bi dest xistine, wî diyar kir ku Asayîşa PYDê li sala rabûrî 2021ê 3 kes yên malbata wan bi navên “Basil Ehmed 38 salî, Misilim Umer 42 salî û Derwêş Umer 64 salî” ku ji navçeya Silokê ya girêdayî bajarê Girê Spî yê ne, desteser kirin.

Wî endamê malbata qurbanîyan got: “Tevî ku em nizanin ew li ser çi sûçekê hatin desteser kirin, lê belê Asayîşa PYDê her îşkenceyeke giran li wan kir, piştre ew li Qamşloyê bi awayekî hov kuştin”.

Her wiha dest nîşan kir, Asayîşa PYDê cesedên qurbanîyan radestî wan nekirin û ew li cîyekê nediyar sipartin axê, ji bo ku ev tewan bê veşartin.

Li gorî agahiyên malbata qurbanîyan, ev tewana Asayîşa PYDê yêke ji sedan tawan û cînayetên hemawa yên ku gelê Rojava Kurdistanê bi teybet yên ku ne bi PKKê û PYDê re ne, rojane jiyan dikin.

Pustên heman beş