Îro roja yekşemê çavkaniyeke navxweuî aşkere kir çekdarên PKKê zarokek li herêma Dêrîkê ya Rojavayê Kurdistanê revandine.
Ligor zanyariyên çavkaniyên navxweyî yên Rojavayê Kurdistanê, Ciwanên Şoreşger bi berdewamî zarokan direvînîn û li Rojavayê Kurdistanê herî dawî zarokeke keç li Dêrîkê, ji bo wê keçê çekdar bikin.
Herwiha ew keça zarok a hatiye revandin navê wê Sedre Ehmed e û temenê wê 16 sal e û çekdarên PKKê ew birine serbazgeheke PKKê li Rojavayê Kurdistanê ji bo perwerdeya serbazî.
Cihê bahse ye salên dirêj e, çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê zarokan direvînin û perwerdeya serbazî didin wan û wan dişinin bereyên şer.