Berpirseka din a PKKê ket ber êrîşa Tirkiyê

suzdar-cudi-pkk-hpg

HPG ku baskê serbazî yê PKKê ye, aşkere kir, “Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê Sozdar Cûdî” di êrişeke artêşa Tirkiyê de li Bagokê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya (HPG) ê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir, di bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê de li Bagokê ya Bakurê Kurdistanê, “Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê Sozdar Cûdî jîyana xew ji dest da”.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Menal Yûsif a bi nasnav Sozdar Cûdî, xelka Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bû û 22 sal bûn li nav refên HPGê bû.

Pustên heman beş