Li Rihayê şerê bi dar û keviran: 23 birîndar

riha-kurdistan

Li navçeya Xelîliye ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber pirsgirêkeke li ser erd di nav xelkê gund de şer derket û 23 kes birîndar bûn.

Li gundê Karpuzlu yê Xelîliyê ji ber pirsgirêkeke li ser erd di nav xelkê gund de şer derket. Di şerê bi dar û keviran de 23 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên cendirme bo gund hatin şandin.

23 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Rihayê hatin veguhestin û li gor zanyariyan rewşa wan baş e.

Pustên heman beş