PKKê nihênîyên pirr xeter derbarê Berhem Salih eşkere kirin

PKKê nihênîyên pirr xeter derbarê Berhem Salih eşkere kirin

PKKe belavokekî li ser “Berhem Salih” weke Serok Komarê Îraqê çap dike û têde «Berhem Salih» bi tundî rexne dike, Berhem Salih jî bi rêya yek ji şêwirmendên xwe daxwazê ji PKKê dike ku rê nedin ev belavok di nava gel de were parvekirin.

Çavkaniyên pêgeha «Darka Mazî» eşkere kirin, “Navenda Stratejîya Kurdistan” ku navendeke çapemenî û ragihandinê ya ser bi Navenda Çapemenî û Ragihandina PKKê ye, belavokek li jêr navê «Berhem Salih û hukmê Kleptokrasî” çap kiriye û têde bas li gendelî, dizî û bêhelwestiya Berhem Salih li himber doza Kurda li Bakurê Kurdistanê û Rojava dike.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, Berhem Salih ji çend aliyan ve hewl daye ku rêveberiya PKKê razî bike rêgirîyê li parvekirina vê belavokê bike, lê belê ev hewlên Berhem Salih bê encam bûne.

Çavkaniyên me tekez kirin, Berhem Salih bi rêya yek ji şêwirmendên xwe yê bi navê “Luqman Hacî Qadir” li bajarê “Raniyê” peyamek ji “Cemîl Bayik”ê Hevserokê KCKê re şandiye û têde daxwaz kiriye PKKe rêgirîyê li parvekirina vê namîlkeyê bike, ji aliyê xwe ve Cemîl Bayik bi rêya Zagros Hîwa «Berdevkê PKKê» berisva Berhem Salh daye û ji wî re gotiye, ” haya KCKê ji karekî bi vî awa tuneye, helwestên KCKê bi rêya saziyên fermî tên ragihandin, lê emê lekolînê di vê pirsê de bikin”.

Hêjayî gotinê ye ev namîlke ku têde bas li gendelî, dizî û bêhelwestiya Berhem Salih himber doza kurda tê kirin ji aliyê “Aras Tahir” hatiye nivîsandin û heya niha KCKê ti fermanek ji boy rêgirîkirin ji parvekirina vê namîlkeyê dernekiriye û tê çaverêkirin di demek nêz de were parvekirin, her weha beşek ji vê namîlkeyê di rûpela “Kurdistan Post” de ku PKKe piştevaniya wê dike de hatiye parvekirin.

Pustên heman beş