Îro serlêdana dersa Kurdî bidawî dibe

dersa-kurdi-kurdistan-zimane-kurdi

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê îro Duşemê 7ê Sibatê roja dawî ya hilbijartina dersên bijarte ye.

Xwendekarên polên 4-5-6-7 dikarin îro hata demjimêr 5ê êvarê ji lîsteya dersên bijarde zimanê Kurdî hilbijêrin.

Herwiha ew xwendekarên ku niha di pola 4ê de ne û dixwazin sala bê di pola 5 de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, divê îro 7ê Sibatê heta demjimêr 5ê êvarê dersa xwe hilbijêrin.

Li gorî sîstema xwendinê a dersa bijarte, eger 10 xwendekar daxwaza dersekê bikin, poleke taybet ji wan re tê vekirin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê proseya serlêdana dersên bijarte berdewam e û xwendekar dikarin heta 7ê Sibatê, dersên şêwazarên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hilbijêrin.

Di roja 3ê Çilleyê îsal de tomarkirina navan ji bo hilbijartina waneyên bijarde destpê kir, ew dem 21 roj bû lê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê roja pêncşema 20 Çile ragihand, ji ber rewşa ne baş ya seqayê, xwendekar nikarin biçin dibistanan û ji ber vê yekê biryar dan ku destnîşankirina dersên bijarte heya 7 Sibatê bê dirêjkirin.

Pustên heman beş