Malbatên zarokên revandî êrîşî baregeha Ciwanên Şoreşger kirin

Malbatên zarokên revandî êrîşî baregeha Ciwanên Şoreşger kirin

Revandin û çekdarkirina zarokan ji aliyê PKKê û rêxistinên din ên ser bi wê ve dewam dike, bi awayekî ku bi tenê di meha yek ya îsal de nêzî 10 zarokên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê «Ciwanên Şoreşger» ve ku tevgereke ser bi PKKê ye hatine revandin û piştre ew çekdar kirine.

Pêgeha «Darka Mazî» ji çavkaniyên xwe yên li Rojava Kurdistanê agahiyên herî nû li ser revandina sê zarokên din ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne bi dest xistine. Li gor agahiyan di destpêka meha Kanûna îsal de li kampa «Berxwedan» a ku dikeve gundê «Fafînê» yê ser bi bajarê Helebê ku kampek taybet bi awareyên Efrînê ye, 3 zarok yek jê keç ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, lê belê bi tenê navê yek ji zarokan hatiye hîn bûn ku ew jî «Hesen Abdu Menan» e.

Çavkaniyên me eşkere kirin, piştî ev sê zarok hatî revandin, li roja 7/1/2022an malbatên wan êrîşî baregeha Ciwanên Şoreşger ya li kampa Berxwedan kirin, piştî êrîşê tev kadroyên tevgera Ciwanên Şoreşger di vê baregehê de ji tirsan de bazdaye.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin, malbatên zaroka piştî dest danîne ser baregehê Ciwanên Şoreşger xwestiye baregehê wan bişewitînin, lê belê kadroyek PKKê a bi navê Seyran ku dibe xizma yek ji zarokên revandî mudaxele kiriye û nehiştiye baregeh were şewtandin.

Ev karvedana malbatên zarokên revandî piştî vê yekê tê ku bi dehan caran daxwaz ji Ciwanên Şoreşger kirî zaroyên wan li wan vegerînin daku bikarin li dibistanan bixwînin, lê belê ji ber ku ev tevger biryar û hêza xwe rasterast ji PKKê distîne ti giringî bi daxwaza wan nedaye û hertim ji malbatan re digo, zaroyên we bi kêfa dilê xwe dixwazin bibin çekdar, em nizanin ew li ku derê ne, ti eleqeya me bi wan re tuneye.

Pustên heman beş