Dawî hejmara kurdên êzdî yên hatine revandin û rizgar kirin hat aşkera kirin

Dawî hejmara kurdên êzdî yên hatine revandin û rizgar kirin hat aşkera kirin

Ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî yên revandî ku ew ofîs ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, hejmara dawî û amarên taybet ên derbarê kurdên êzdî yên revandî de aşkera kir.

Îro 22.02.2022yê ofîsa revandiyên êzdî di beyanameyekî de ragehand: Ev amar û hejmara taybet a derbarê kurdên êzdî yên revandî û azadkirî ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve, ji aliyê Netewên Yekbûyî ve cîhê baweriyê ne.

Amar û Hejmar:

-Hejmara kurdên êzdî berê nêzîkî 550 hezar kes bûn

– Nêzîkî 360 hezar kurdên êzdî ji ber êrîşa hovane ya DAIŞê koçber bûn.

– Nêzîkî 150 hezar koçberên kurdên êzdî vegeriyan Şingalê

– Hezar û 293 kurdên êzdî ji destpêka êrîşên DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan.

– 2 hezar û 745 zarokên kurdên êzdî bê bav mane.

– Heta naha 82 gorên komî yên kurdên êzdî hatine dîtin.

– Çekdarên DAIŞê 68 tirbeyên olî yên kurdên êzdî teqandin.

– Zêdetir ji 100 hezar kurdên êzdî koçber û penaberê welatan bûn.

– 6 hezar û 417 kurdên êzdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.

– 3 hezarû 548 ji wan zilam û xort bûn.

– 2 hezar û 869 ji wan jî jin û keç bûn.

– Heta naha 3 hezar û 552 kurdên êzdî yên revandî hatine rizgar kirin, ku ji wan hezar û 207 kes zilam in, 339 kes ji wan jin in, hezar û 50 kes ji wan zarokên kur bûn, 956 ji wan jî zarokên keç bûn.

– Termê 146 kurdên êzdî yên revandî hatine dîtin

– Heta naha 2 hezar û 719 kurdên êzdî yên revandî mane û nehatine rizgar kirin ku ew jî hezar û 274 ji wan zilam in, hezar û 445 kes ji wan jî jin û keç in.

Pustên heman beş