Artêşa Tirkiyê li Xarpêtê û Bagokê operasyon li dijî PKKê destpêkir

pkk-turkey-xarpete-bagok

Artêşa Tirkiyê îro li sînorê parêzgehên Xarpêtê û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê, operasyon li dijî PKKê destpêkir û pêtirî hezar eskeran têde beşdarin.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê wezareta navxwe ya Tirkiyê ve hatîye belavkirin, operasyona bi navê “Eren zivistan-26” vê sibê bi beşdarbûna 870 çekdarên hêzên ser bi fermandarîya cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan, li sînorê parêzgeha Xarpêtê destpê kirîye.

Her wiha li çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînî grêdayî parêzgeha Mêrdînê jî, eskerê Tirk operasyon destpê kirîye û hêjan berdewame.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê 14ê sibata 2022ê jî diyar kirbû ku li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren zivistan-25” daye destpê kirin.

Pustên heman beş