PKKê dîsa zarok feda kirin

pkk-zarok-gerila-kurd-kurdistan

Rêxistina PKKê nasnameya 3 Gerîlayên xwe eşkere kir yêk jê zaroke ku berîya 4 salan dane kuştin û ji nû hatîye mirina wan îlan kirîye.

Rêxistina PKKê careke din nasnameya hinek Gerîlayên xwe eşkere kir ku li sala 2018 ê bi destê eskerê Tirk li Bakurê Kurdistanê dane kuştin û paş derbasbûna 4 salan ji nû şehadeta wan ragihandîye.

Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan, nasnameya hejmarek Gerîlayên xwe îlan dike yên ku çendîn salan berê wan feda dike, piranî jê zarokin.

Rêxistina PKKê ji bo çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên navdewletî û yên parastina mafên zarokan hatîye tesbît kirin.

PKKe her car tam agahîyan li derbarê Gerîlayên jiyana xwe ji dest dayî îlan dike, lê belê tu amaje bi temena wan nake, ji bo ku cînayeta revandina zarokan li ser wê tesbît nebe.

Pustên heman beş