Rejîma Sûryê 2 çekdarên HSDê kuştin    

syria-tiltamer

Encûmena Serbazî ya Til Temir ragihand ku roja Sêşemê, di encama êrîşa hêzên Sûriyê de 2 şervanên Encûmenê jiyana xwe ji dest dane.

Encûmena Serbazî ya Til Temirê daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Roja Sêşemê, derdora demjimêr 3 û 30 xulek, piştî nîvro, hêzên hikûmeta Sûriyê li gundê Gozeliyê êrîşî xaleke şervanên Encûmena Serbazî ya Til Temirê kirine”.

Encûmena Serbazî di daxuyaniya xwe de got jî “Di encama derketina şer û pevçûnan de, 2 şervanên Encûmenê jiyana xwe ji dest dane û şervanek jî birîndar bûye”.

Li gor heman daxuyniyê 2 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.

Pustên heman beş