Zêbarî: Pêwîstiya balyozê Îranê yê li Iraqê bi dewreyekî dîplomasiyê heye

Zêbarî: Pêwîstiya balyozê Îranê yê li Iraqê bi dewreyekî dîplomasiyê heye

Endamê polîtburoya PDKê ragehand, pêwîstiya balyozê Îranê yê li Iraqê bi dewreyekî perwerdeya dîplomasiyê heye.

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescîdî li Kerbela behs kiriye ku mûşekbaran kirina Hewlêrê pêwendiya wê bi serweriya Iraqê ve tine.

Zêbarî bi aşkerayî amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Li gor min pêwîstiya wî bi wê yekê heye ku biçe dewreyekî perwerdeya dîplomasî û yasayî. Derbarê yasa û pêwendiyên navnetewî û pêwendiyên cîrantiya baş û rêzgirtin li welatên hev de perwerde bibe.’’

Herwaha Zêbarî got, gelo ew helwêste, ma ne destpêka alozî û helçûna zêdetir û veguhestina Iraqê bo qada zelal kirina nakokiyan e? Di cîha li Sûriyê, Lubnan û Xeze li dij Îsraîlê raweste çima lêre?

Herwaha dawiyê de jî got: Birêz balyoz Îrec Mescîdî nêzîk ve şaraza û agahdarî pêwendiyên navbera Îran û Iraqê ye û pêwendiyên dîrokî yên navbera Kurd û Îran e. Ev mantiqe xewna mantiqekî berevajîbûye û nikare nemantiqîbûn bibe mantiq.’’

Pustên heman beş