PKKê plana xwe ya li dijî Başûrê Kurdistanê îfşa kir

PKKê plana xwe ya li dijî Başûrê Kurdistanê îfşa kir

Ev demeke, weke hersal li destpêka biharê medyaya PKKê û rêxistinên ser bi wê ve dest bi servîskirina derew û nûçeyên sexte û dûr ji exlaq kirine, medyaya PKKê bi awayekî pirr bê exlaq û dûr ji çanda kurdî dixwaze bi vehandina derewan zemîneyekê ji boy êrîşa xwe ya di biharê de bo ser hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û statuya başûr çêbike. Ji bo vê yekê jî ne PKKe û nejî medyaya wê xwe ji ti derewan nadin paş.

Herî dawî Cemîl Bayik di du daxuyaniyên ku ji boy pîrozbahiyên Newrozê li Almanyayê û li Qendîlê dabûn de, bi vehandina hin derewan destpêkir û ragihand “Tirkiye bi alîkarya PDKê dixwaze êrîşê gerîlayan bike”, ev derewa Bayik hersal dubare dibe, lê îsal ji salên berê pêtir tê baskirin, ev jî metirsiya vê derewê û xwasteka PKKê ya ji boy êrîşa li ser destkeftiyên başûr pêtir rûnî dike. Piştre PKKê li ser navê “KCKê” heman derew dubare kir û di daxuyaniyekê de tekezî li ser axaftina “Cemîl Bayik” ê hevserokê xwe kir, piştre ajansa fermî ya PKKê ku ji dervey derewên PKKê ti tiştek din parve nake di nûçeyeke sexte de bi awayek nû ev derew dubare kiriye, şîrovekarên siyasî jî dibêjn PKKê tev medyaya xwe seferber kiriye ku zemîneyek baş ji boy êrîşa wan ya li ser Başûrê Kurdistanê ava bikin.

Bi van derewan PKKe dixwaze çi bke?

Bera encamdayîna her karekî PKKe bi rêya çapemenî û qelemşûrên xwe yên di medyaya civakî de bi nivîsandina hin derewan zemîneyekî ji boy amade dike, piştî ku PKKe vê yekê dike lê dinêre ka wê berteka gel çi be, ger hat û gel bahwer bi derewa PKKê kir wê PKKe bêy yek û du wî karî encam bide, heger bizanibe wê bi encamdayîna wî karî tev Kurdistan di xwînê de niqum bibe jî, tişta ku plana qirêja PKKê ya îsal ji salên din cuda dike eve ku îsal PKKe bi awayek vekirî bas li êrîşê dike û senaryoya ku ji bo êrîşê dirust krî jî dixwaze bke paxila PDKê.

ANFê çi got?

ANFê di nûçeyekî de ragihand: “ev demeke, hem medya Başûrê Kurdistanê hem jî çavkaniyên herêmî radigihînin ku artêşa tirk bi beşdariya PDKê wê di demeke nêz de li dijî qadên gerîla dest bi êrişeke nû ya ji bo dagîrkirnê bike.” ji boy tekezkirina vê derewa xwe jî “ANFê” daxuyaniya “KCKê” û çavkaniyên nenaskirî û medyaya başûr wek çavkanî dan nîşandan, lê bi ti awa bas li çavkaniyên xwe û wan medyayên Başûrê Kurdistanê nekir yên ku agahiyeke bi vî awa parve kiribe, çima!? Ji ber ku ji dervey medyaya ser bi PKKê ti yek ji medyayên diyar yên Başûrê Kurdistanê agahiyek bi vî awa parve nekiriye, her kes dikare li çapemeniya başûr binêre û vê derewa PKKê îfşa bike.

Tişta herî balkêş eve ku tev medyaya PKKê “ANF”ya ku rasterast bi Qendîlê ve girêdayî ye weke çavkanî daye nasandin û wan jî derewên xwe bi piştbestin bi vê derewa ANFê vehandine.

ANFê di nûçeya xwe ya sexte de gotiye, “di encama teqînekê de wê 3 efserên berpirsyar werin kuştin. Ji van 3 kesan yek jê efserê Parastinêye ku li maseya PKKê dixebite, efserê duyemîn jî ji hêzên zêrevan berpirsyare.” gelo kesê sêyem kîye ku çavkaniyên ANF bas nekirî çima bas li pileya du kesan tê kirin lê pileya kesê sêyemîn nayê zanîn?! Gelo kesê ku li gor nûçeyê ANFê di nava PDKê de agahî bi wan dane çewa dikare pileya du kes ji sê kesên ku biryare di teqînê de bên kuştin dizane lê navê wan û pileya kesê sêyemîn nizane?! Ji bilî mejîkê pûç yê fesad û bêbextên ANF mejîkê kê dikare vê derewa bi şax qebûl bike?! Gelo kî dikare agahiyên evqas hestiyar ji ANF re bibêje lê nikare navê wan rayedaran eşkere bike?! Bi kurtî çavkaniyên ku ANF qala wan dike ji bilî KCKê û Cemîl Bayik ti kesên din nîne.

Rastî çiye?

Weke şirovekarên siyasî dibêjin, PKKe dixwaze bi van derewan karên xwe yên provakasyon û êrîşa xwe ya nerewa ya ku biryare di biharê de li ser Başûrê Kurdistanê encam bide rewa bike. Şirovekarên siyasî didin xuya kirin ku ya rast ev plana PKKê bi xwe ye û dixwaze di biharê de êrîşî pêşmergeyên Kurdistanê bike û hin ji rayedarên başûr jî teror bike, ji ber vê yekê bi parvekirina nûçeyên derew yên bi vî awa dixwaze rûyên xwe yên reş sipî bike û dema ev karî jî encam da PDKê pê tawanbar bke. Wusa tê texmîn kirin ku PKKe hin rayedarên din yên başûrê Kurdistanê mîna “Xazî Salih Alîxan” rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê “Serzêrê” teror bike, piştre bibêje PDKê ew kuştine û dixwaze PKKê pê sûçbar bike loma bi vî awa tev medyaya xwe seferber kiriye derewên berdewam dubare bikin daku bikarin zemîneyek baş ji boy êrîşa PKKê saz bikin û li dema terorkirina rayedarên başûr xwe wek bê tewan nîşan bidin.

Di beşeke din ya derewa xwe de ANFê ragihandiye, “PDKê ev plan daniye:

“1- kuştina hin pêşmergeyên xwe.

2- teqandina boriya petrolê ya ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê

3- Li wê herêmê teqandina wesayitekê ku sivîl tê de ne.”

Lê her kes dikare bi bîranîna bûyerên sala par vê derewa PKKê îfşa bike, di sala borî de PKKê hem pêşmergeyên Kurdistanê şehîd kirin, hem boriya petrolê ya ji başûr diçe Tirkiyê di nava Tirkiyê de teqand û perpirsatiya wê jî girte ser xwe, hem jî wesayitên pêşmerge li Metîna û herêmên din teqandin.

Bi kurtî PKKe bi vê derewa ku di ANFê de parve kirî dixwaze karên xwe yên terorîstî ku plan kiriye di biharê de li Başûrê Kurdistanê li dijî pêşmergeyên Kurdistanê û gelê kurd dest pê bike bipeçine daku li dema encamdayîna wan karên qirêj ji aliyê gel ve neyê rexne kirin, lê bila PKKe baş bizanibe kun ji pate mezintire û gel şiyare, êdî ti kesekî mejîkî wî kar bike bi derewên PKKê nayê xapandin.

Pustên heman beş