Rewangeha Sûrî: “Ciwanên Şoreşger” 20 zarok revandine

Ciwanên Şoreşger-pkk-ypg-zarok-revandin-kidnape

Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve bi armanca biçekkirina wan, 20 zarokên di bin 18 saliyê re ji destpêka sala 2022an ve revandine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji destpêka sala 2022an ve, li herêmên Rêveberiya Xweser 20 zarok ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin. 

Rewangehê nav û dema ku ew zarok hatine revandin belge kirine û dibêje, çarenivîsa beşeke mezin ji wan zarokan ne diyar e.

Malbatên zarokan berpirsyariya çekdarkirina zarokan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve, dixin stûyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û daxwazê jê dikin ku pabendî sozên xwe yên bi Netewên Yekbûyî re bibin û rê nedin zarok werin biçekkirin û bilez wan zarokên çekar vegerînin malbatên wan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û pêştir çendîn caran ciwanên Kurd revandibûn û biçek kiribûn. Kiryarên vê tevgerê jî rastî gelek nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Pustên heman beş