YNK ji PKKê nîgeran e û bi tundî gefan lê dixwe

YNK ji PKKê nîgeran e û bi tundî gefan lê dixwe

Ji ber zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê, YNK ji PKKê nîgeran e ji ber wê jî gefa wê yekê li PKKê dixwe ku dê rêkeftina xwe ya sala 2018 bi Tirkiyê re aktîf bike.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ev demek e pêwendiyên YNK û PKKê aloz bûne û YNK ji PKKê nîgeran e. Ji ber ku YNK di wê baweriyê de ye PKK xelkê devera Silêmaniyê gij dike bo xwepêşandan li dijî wê û wan çekdar dike û wan teşwîq dike da ku baregehên partiyên siyasî û saziyên hikûmetê yên li devera Silêmaniyê bişewitînin.

Li agahiyên ku ketine destê BasNewsê, YNKê hişyarî daye PKKê ku eger dest ji Silêmaniyê nekişîne û li ser alozkirina rewşa wê deverê berdewam be, dê rêkeftina xwe ya sala 2018 bi Tirkiyê re aktîf bike.

Piştî rêkeftina sala 2018 ya YNKê bi Tirkiyê re, rêveberiya YNKê tevahiya sazî û baregehên PKKê li wê deverê girt û çendîn serkirdeyên PKKê yên mîna Diyar Xerîb, Cemîl Amed û Demhat Egîd jî bi destê Tirkiyê da kuştin.

Di çarçoveya wan peyam û hişyariyan de endamê polîtburoya YNKê Seidî Pîro îro serdana konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê kir û bi konsulê Tirkiyê Hakan Karaçay re hevdîtin kir.

Seidî Pîre li ser naveroka wê hevdîtinê li ser facebooka xwe gotiye, yek ji mijarên civînê “bihêzkirina zêdetir ya pêwendiyên her du aliyan” bû.

Pustên heman beş