Supayê pasdaran bi tivengên nêçîrê 10 kolber birîndar kirin

Supayê pasdaran bi tivengên nêçîrê 10 kolber birîndar kirin

Li devera Newsûd ya Kirmaşanê herî kêm 10 kolberên kurd di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, derengiya şeva borî li nêzîkî nahiya Newsûd ya Kirmaşanê pasdarên Îranê gule avêtin komek kolberên kurd.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de ku bi tivengên nêçîrê hatiye kirin, herî kêm 10 kolber birîndar bûne.

Tevahiya wan kolberan derbasî nexweşxaneya bajarokê Pawe hatine kirin.

Pustên heman beş