Cehşatî nasnama PKK ê ya Herêmê ye

Medya ya PKK ê, siyasetmedarên wê, hemû sazî û dezgehên wê weke jin, mêr, parlementerên berê, rojnamevan, bi kurtî bi hemû pêkhateyên xwe êrîşî Herêma Kurdistanê dikin. Bê gûman ev êrîş li ser bingeha têkoşîna Barzanî ye. Her çend di vê dijminahîyê de medyaya PKK ê ya kurdî ji ber hesasîyata Kurdan xwe hinekî paşde bigire jî, lê medyaya zimanê Tirkî bi tevahî li ser esasê dijminatiya Barzanî dixebite. Herî dawî jî li ser wêneyên ku di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bo Tirkiyeyê de hatine kişandin, xwest kampanyayeke mezin a şermezarkirinê bide destpêkirin. Rojnameya Özgür Politika ku bi Tirkî weşanê dike, wêneyên hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re, bi sernivîsa “Cerdevan” weşandin.

Divê eşkere bibe ku ger em li Kurdistanê li cehşekê bigerin, cehşê herî mezin PKK ye. Di rastiyê de dema wê hatiye ku PKK bi fermî weke partîyeke Cehş bê pênasekirin. Niha pêwîste ji PKK ê re bibêjin, Cehş. Di rastiyê de pêwîstbû dema ku PKK ê yekem car li Şingalê cil û bergên Heşdî Şeibî li xwe kirî û  ala Iraqê bilind kirin, raya giştî a Kurd PKK weke Cahş liher derê pênasekiri ba. Lê niha divê vekirî bê gotin: “PKK tevgereke Cahş e, her wiha Cehşê herêmî ye. Di xizmeta her çar dewletên mêtingeran dijî destkeftên Kurdan şer dike.” Lê divê eşkere bibêjin bavê PKK ê yê esas Îran û Tirkiye ye.

PKK ji navika xwe bi rîya Evdila Ocelan re bi Tirkiyeyê re û bi Cemîl Bayik re jî bi Îranê re girêdayî ye. Yanî PKK ji van herdu navendan tê xwedîkirin. Ger yek ji van navika were qûdkirin wê PKK bimire. Ji bo vê jî PKK temînata dewleta Îran û Tirkiyê ye. Bo nimûne, hema piştî şerê Ukraynayê, dema ji Herêma Kurdistanê re derfeta vebûna bazarên cîhanê bo petrol û gazê peyda bûy, ev rewş ne li gorî Îran û Tirkiyê bû û ne tesaduf e ku PKK ê, Îranê û TC êrişî Herêma Kurdistanê kir.

 Ji bo ku Herêma Kurdistanê bihêz nebe PKK hatiye erkdarkirin. Heger di vî karî de bi ser nekeve, bavên PKK wê baceyek giran jê re bibirin. Loma jî ji bo vê erka neyarî xwe perçe-perçe dike û êrişî Herêma Kurdistanê dike. Ew her tiştî bi derewan serûbin dike.

Wek mînak serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Enqerê ji bo Kurdan divê şerefek be ji ber ku di wê serdanê de serkeftinek heye. Sed sal berê, piştî serhildana Çiyayê Araratê, Komara Tirkiyeyê ya ku nivîsandibû “Kurdistana Xeyalî me li vir binax kir” lê mecbûr ma ku siyasetmedar û rêvebirekî kurd di asta Serokomariyê de qebûl bike.

Tirkiyê ku di sala 1992an de Herêma Kurdistanê bêrêz û red dikir, neçar ma ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe û weke mixatabê xwe qebûl bike. Serokomarê Tirkiyê pêşwaziya serokwezîrekî kurd kir. Ev serkeftina Herêma Kurdistanê ye. Ev serkeftin e, ev serkeftina hemû kurdan e. Çima em Kurd pê serbilind nebin? Helbet Komara Tirkiyê ti carî ji vê rewşê razî nebûye. Jixwe em vê yekê dizanin, serokên Herêma Kurdistanê jî pir baştir dizane.

Lê PKK nikarîbû vê rastiyê daqûrtîne ku ji Tirkiyê zêdetir Herêma Kurdistanê di pozîsyona danustandina gazê erkdar e. Gelek bersivên me hene ji bo wan derdoran yên dixwazin vê hevdîtinê reş bikin. Lê cihê şanazîyê ye bo Kurdan Ku îro gaz-nefta xwe dixin bazarê cîhanê de.

Berî her tiştî em dikarin bi zelalî bibêjin ku ev helwesta PKK ê ya dijminahîya Herêma Kurdistanê senaryoyên wiha xapînok raste rast Tirkiye û Îranê sûdmend dike. Ji ber ku tevgera PKK ê ya Herêma Kurdistanê ya li gorî ajandaya van her du dewletan, tevdigere û nahêle Herêma Kurdistanê siyaseteke aram û nerm bimeşîne. Sedema ku Herêma Kurdistanê û Îranê ewqas dijberî hev sekinîne jî, hebûna PKK ê ye. PKK ew qada ku Herêma Kurdistanê li ser Îranê siyasetê bike girtî ye. Herêma Kurdistanê ku bi awayekî asayî hewl dide peywendiyeke hevseng di navbera Tirkiye û Kurdistanê de biparêze, lê bi tundî ji aliyê PKK ê ve hatiye astengkirin.

Çawa ku Evdila Ocelan li Îmraliyê di got, “Em nahêlin Barzanî nefesê bistîne, em ê wan hewcedarî we bikin”, Cemîl Bayik jî heman axavtin ji Îranê re kirine.

Di rastiyê de sedema ku PKK niha ewqas êrişî Herêma Kurdistanê dike ji her du hêzên mezin Tirkiye û Îranê re dibêje, ”Ez li vir im, ez wenakim ku hûn muhtacî Barzanî bibin. Ez dê wan bifetisînim” Herêma Kurdistanê nîne. Ne hewceyî Barzanî ye, emê wan ji nefesê bihêlin.” Ya ku PKK e dike cehş jî ev sekin û hewlên wê nenakin. PKK debara xwe bi êrîşa li ser Kurdan  ve dike.

Ji bilî van gotinên me kes nikare rave bike ka çima PKK dijminatiya Herêma Kurdistanê dike. Ti sedemek îdeolojîk, ti guhertina paradîgmayê vê yekê nake. Sedema wê tenê ew e ku PKK hebûna xwe li ser nebûna herêma Kurdistanê ava kirî ye. Ji sala 2000 an ve ti gerilla bi deste pêşmerge nehatîye şehîdkirin, pêşmergeyan rojekê jî îstixbarat nedan ye leşkerên Tirk. PKK vê yekê baş dizane lê nane xwe bi derewan dixwe.

Li pişt êrîşên PKK ê yên li ser Herêma Kurdistanê eniya li dijî Kurdan a li Rojhilata Navîn û hin derdorên li qada navneteweyî hene. Em vê mijarê bi zelalî dizanin. Ji bo vê jî gotegotkên PKK ê yên li ser mafên jinan, wekhevî, kêşeyên aborî û demokrasiya hemû derew û vir in. Ji ber ku PKK ji eniya wan kes û doranên ku dixwazin Kurdistanê hilweşînin êrîşî Kurdistanê dike. Lewra jî em bêdudilî dibêjin : PKK tevgereke Cehşe. Ji navika xwe bi Tirkiye û Îranê ve girêdayî ye.

Pustên heman beş