Aldar Xelîl: nîyeta me tuneye em hêzên rejîmê ji Qamişlo derxin!

aldar-xelil-aldar-khalel-pkk-pyd-qamishlo-syria-army

Endamê Hevserokatiya PYDê, Aldar Xelîl derbarê aloziyên li Qamişlo yên di navbera Rêveberiya Xweser û saziyên hikûmeta Sûriyê de daxuyaniyek da û got : Tu armanca me tuneye ku em hikûmeta Suriye ji Qamişlo derxin. 

Aldar Xelîl yek ji wan kesane ku siyaseta Qendîl li Rojavayê Kurdistanê rêve dibe û raste rast girêdayî Qendîl e.

Aldar Xelîl di derbarê hinek aloziyên di navbera hêzên rejîmê û çekdarên PYDê de rûdayîn de dibêje: Rêveberiya Xweser têvî ku heger bixwaze dikare di demeke kurt de wan ji wir (Qamişlo û Heseke) derxe. Ji bo çi nekir? Ev peyameke siyasî ye. Wekî peyamekê ye ku bibêje “ez Sûriyê parçe nakim, yekîtiya Sûriyê dixwazi” û her wiha ji bo rêyên diyalogê bimînin, em bikarin îtîfaqê bikin ku zemînek bimîne. Ji ber wê heya niha ev saziyên ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê hene. Tu biryareke siyasî ku kesek wan ji wir derxe, niha tune ye. Dema hikumeta Şamê li Heleb û Şehbayê dixe dorpêçê, herî kêm divê vê bibînin “hûn li wir gelê me dixwazin birçî bikin, li vir jî saziyên we hene û em jî dikarin vê bikin.” Ger heya niha me nekiribe, ji ber ku me nexwestiye, me nekir. Lê heger bibêjin `na bi israr em ê bikin` wê demê em jî dikarin vê peyamê bigîhinin; `hebûna we di nava herêmên me de ye.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Xelîl dibêje: bila her kes bizane ger gelê me di nava dorpêçê de be, em nikarin lê temaşe bikin. Ev ne di aliyê mirovî de, ne di aliyê qebûlkirina rastiyê de, ne jî di aliyê siyasî de tê qebûlkirin. Tu nîyeta Rêveberiya Xweser ku hikumeta Şamê ji cihê wê derxe yan jî şer îlan bike, tune ye. Tenê hewldaneke ji bo rojevkirina mijara ambargoyê ye ku bibe hewldanek ji çareserkirina pirsgirêkê re.

Wek din jî Alder Xelîl dibêje ku, ew dixwazin li gel rejima Suriyê rêbikevin, lê hinek alî vê yekê asteng dikin.

Pustên heman beş