PKK ê weke her car dîsa berê lûleya çeka xwe zivirand ser kurdan

PKK ê weke her car dîsa berê lûleya çeka xwe zivirand ser kurdan

PKK ê gefên kuştinê li rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar û welatparêzên ku li ser medyaya civakî wan rexne dikin, xwarin. Ji xeynî medyaya civakî, hat bihîstin bi rêka malbatan gef hatin kirin û gotin; “Ji kurê xwe re bêje bila devê xwe bigire yan em ê wî bêdeng bikin”.

Rêxistina PKK ê ji ber ku di van salên dawî de îtîbara wê di nava gel de kêm bûye û derdorên li dijî wê zêdetir bûne, gelekî nerihete. Li dema ku aliyên tarî yên dîroka PKK ê di medyaya civakî de derketine û hatine deşîfrekirin, dîsa di siyaseta rojane de helwestên wê yên dij-Kurd têne rexnekirin û hêza PKK a li ser medya civakê tê paşxistin PKK e li hember hemû cûrên muxalefetekî li Kurdistanê hêrs û êrîşkar dibe.

Ferda Çetîn îşaret pêda, trollan dest bi êrîşê kirin

Herî dawî jî gef li kesên ku li ser medyaya civakî şirove kirîn hatin xwarin. Yekemîn kesê ku banga gefxwarinê kirî, xebatkarê PKK ê yê çapemeniyê ku li Ewropayê dijî Ferda Çetîn bû. Ferda Çetîn di 27 ê Adarê de ji ber parvekirinên wî yên li ser Twîtterê gef li parêzer, siyasetmedar û parêzvanê mafên mirovan Sitqı Zîlan kirin. Sitqî Zîlan li ser Twîttera xwe de rexne li çalakiyên PKK ê yên li Başûrê Kurdistanê girt û got, “Berpirsyarê Rojava hikûmeta Rojava ye, ji Başûrê Kurdistanê jî hikûmeta Başûr berpirsyar e.

Piştî vê bûyerê trollên PKK ê yên li ser medyaya civakî dest bi tehdîdkirina kesên ku PKK ê rexne dikin yek bi yek kirin. Trollan li ser medyaya civakî nivîsand ku “ew ê qanûnên şoreşê li dijî kesên ku wan rexne dikin pêk bînin û PKK tu tiştî bêbersiv nehêle”. Trollên PKK ê di daxuyaniyên xwe de navê gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd jî dan. Di nava kesên ku gef li wan hatiye kirin de nivîskar, siyasetmedar, lêkolîner, rojnamevan û parêzer Serbest Ferhat Sindî jî hene.

Siyaseta PKK ê ya guhertina rojevê û “Kurdan bi destê Kurdan bişkêne”

Di van demên dawîn de hemû xebatkar, sazî û siyasetmedarên PKK ê berê lûlîya tifengê daye  Kurdan. Hema em dikarîn bibêjin ku Çapemeniya PKK ê dagirker rexnekirin jibîr kirîye. Tenê êrişan li ser nirx û destkeftên Kurdan dike û dixwaze Kurdan bera hev bide û ji hev dûr bixe. Ragihandina PKK ê tenê ji bo fesadîya navmala Kurdî dişuxile. Eşkere tê zanîn ku; Kengî ku PKK Kurdan dike armanç, bizanin ku li pişt ve planeke din dizivirîne. Xuya ye sedema vê yekê ya ku PKK ê vê carê kir ev bû ku têkiliya xwe ya bi dewletên kolonyalîst re, rola dijminî ya ku ji bo Kurdan lîstiye veşêre. Ev tektîkek PKK ê ya deşifre ye.

Dîroka PKK ê dîroka şikestina Kurdan e

Armanç kirina Kurdên ku ji PKK ê re serî netewandî girêdayî dîrok û cewherê rastîya PKK ê ye.

Dema ku dîroka PKK ê tê lêkolin, tê dîtin ku PKK ê guleya yekem ne li dagirkeran belku li Kurdan xistîye. Berî destpêkirina şer di sala 1984 an de, PKK ê di navbera salên 1974-1984 an de ji leşker û karmendên dewleta Tirk zêdetir Kurdên azadîxwaz kuştin. PKK ê ji bilî partiya xwe hemû partiyên din weke xayîn îlan kir, bi sedan endam û milîtanên partiyên din qetilkirin. Serokê rêxistina Dengê Kawa Ferîd Uzun tenê yek ji wan e.

Piştî sala 1980 î PKK ê avêt ser civîn û konserên rêxistinên din ên li Ewropayê û gef li xebatkarên wan kirin.

Her wiha PKK ê hemû kesên ku li hemberî wan muxalefetê dikin û her kesên ku wan rexne dikin hedef girtin û kuştin.

Heman dem PKK layingirên xwe ku di hinek babetan de PKK rexne kirbûn jî kirin armanç û bêdeng kirin. Apê Mûsa Anter yek ji wan kesan bû. Her çiqas Mûsa Anter ê navdar bi hemû rengî harîkarî li wan kiribû jî lê dîsa jî Apê Mûsa hatibû tehdîtkirin.

PKK ê ciwanên Kurd ji bo xwe weke tetîkkêş bikar anî

PKK ê çend ciwanên Kurd ku êrîşî her cure mûxalîfê bike û di karên xwe yên tarî de bikar bîne bi taybet perwerde kirin. Rêveberiya PKK ê van ciwanên fanatîk ên li çiyayan ji bo bêdengkirina mûxalefeta di nava rêxistinê de jî bi kar anî û li Ewropa jî komeke bi heman rengî ava kir. Dikan û xwaringehên ku bac nedidan PKK ê şewitandin û xwediyên wan dihatin derbkirin. Dema ku Şivan Perwer rexne li PKK ê digirt jî hewldan ku Şivan Perwer li ser dîkê biqûtin û şahîya wî betalbikin. Kesên ku beşdarî çalakiyên PKK ê nedibûn di hatin tehdîtkirin. PKK ê ciwanên ku li Ewropayê kom bibûn, yan dişand çiyayan, yan jî ew bi şêwazên mafyawarî dişixulandin. Hemû ciwanên ku ji salên 1990 î û vir ve li Ewropayê li dora PKK ê kom bûyî, ji ber pêkanînên PKK ê tevlî grûpên çeteyan bûne.

Li ser medyaya civakî êrîş li muxalîfan kirin

PKK niha jî li ser medyaya civakî karekî bi vî rengî dike. Wan komek nezan a fanatîk ava kir ku her rexnegirrkî bi sîxuriyê sûcdar dike. Ewqasî ku wan dest bi tehdîdkirina çend rexnegirên ku layingirên PKKê nejî kir. Di Newrozê de ji ber ku xebatkarê wan yê bi navê A. P. PKK rexne kir ku di Newroza Swîsre de gotibû “çima tenê wêneya Apo li qada Newroz ê ye” hate tehdîtkirin.

Trollên PKK gefan li kesên neteweperwer dikin dibêjin “em navnîşana we dizanin” emê we bikujîn.

Kurd ne Kurdên berê ne

Di navbera salên 1990 î de ku wê deme PKK ê bi gefan gel bêdeng dikir û îro de ferqeke mezin heye. şert û mercên ragihandinaPêşketî dihêle ku mirov bigihîje agahdariyên rast. Ya ku PKK jê nerehet e jî ev e. PKK dixwaze tiştên ku ew dibêje weke ayetên Qûranê pîroz be, neyên guherandin,nîqaşkirin û şiklêkirin. Ger ev yek pêknehat êdî dest bi gef û tûndrewî dikin. Gelê Kurd rastiyên veşartî yên dîroka PKK ê û têkiliya wan ya bi dagirkeran re heyî dîtin, wê hîn bêhtir jî werin dîtin. Di vê mişarû erke de rola herî mezin dikeve ser milê rewşenbîr û nivîskarên kurd.

Pustên heman beş