Çekdarên PKKê binkeyekî Partiya Yekitî şewitandin

Çekdarên PKKê binkeyekî Partiya Yekitî şewitandin

Çekdarên rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê binkeyeke Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYKS) şewitandin.

Çekdarên Ciwanên Şoreşger îro 23.04.2022yê binkeyê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ya li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi molotof şewitandin.

Li gor zanyariyan rêxistina Ciwanên Şoreşger bi fermana PKKê ve binkeyê wê partiya kurd a li Rojavayê Kurdistanê şewitandine, ku partiyekî ser bi Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ye.

Çend rojeke çekdarên ser bi PKKê li Rojavayê Kurdistanê dest bi helmeta şewitandina binkeyên partiyên Kurdistanî yên nav eniya ENKSê kirine.

Roja 22.04.2022yê balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bi beyanameyekî nîgeraniyekî tund a Amerîkayê ya derbarê şewitandina binkeyên partiyên ser bi ENKSê ya ji aliyê çekdarên ser bi PKKê ve ragehand.

Pustên heman beş