Gefên Duran Kalkan ku wê Başûrê Kurdistanê bike Ukrayna

kuridstan-pkk-ukraine-war-duran-kalkan-nero-roma-turkey-kck-pkk-erbil-iraq-duhok

Yek ji damezrênerên PKKê Duran Kalkan, ji bo televîzyona PKKê ya Ewropayê «Medya Haber» ê axivî û gef li gelê Başûrê Kurdistanê û Pêşmergeyan kir.

Hat zanîn ku di sala 1995 an de Kalkan li Herêma Barzan ya Başûrê Kurdistanê, di nava 2 rojan de 5 gund bi gotina «Wekî Nîron Roma şewitandî em jî wê bişewitînin» hatin şewitandin.

Kalkan di axaftina xwe de got ku ew dikarin Başûrê Kurdistanê jî wek Ukraynayê bikin, Kalkan di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê şer berfireh bikin û Başûrê Kurdistanê jî nişan girt.

Kalkan di hevpeyvîna xwe de got:

«PDK bi Tirkiyeyê re harîkarî bike, di rewşeke wiha de şer ne tenê ji Heftanînê heta Xakurkê wê rû bide, şer wê li her derê belav bibe, li hemû Başûr belav bibe, di rewşeke wiha de herî zêde wê Başûr ji şer zirarê bibîne, bila li rewşa Ukraynayê binêrin, da ku were fêmkirin, fêm bikin ku şer tê çi wateyê, divê gelê Başûr, gelê me van rastiyan bibîne».

ANF ê ​​axaftina Kalkan sansûrkir

Gefa Duran Kalkan ya Başûr weke Ukraynayê lê bike ji aliyê ajansa nûçeyan a PKK ê ANF ê ve hat sansûrkirin, ANF ê hin beşên axaftina Kalkan jê derxistin, beşên ku Kalkan digot: «Êdî şer wê ne di çeperan de be, wê li her derê Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê be» di ANF ê de nehat weşandin.

Di axaftina Kalkan de beşên din ên balkêş jî hebûn, Kalkan pesnê Tirkiyê da û bang li neteweperestên Ereb kir.

ANF ê di vî beşê axivtinê de jî hevok derxistin, Beşekê din a ji aliyê ANF ê ve hat sansûrkirin jî gotina Kalkan a ku gotibû di operasyonan de têk çûne.

Kalkan: Piraniya Başûrê Kurdistanê hatiye girtin

Kalkan di axaftina xwe de got: «Tişta ku Saddam kir rejîma Erdogan jî dike, li Heftanîn, li Bardostê dike, em navê eşîran bêjin, li Berwarî dike, li Rêkan dike, Tirkiyê ev devere bi dest xwe xistiye û beşeka girîng a Başûrê Kurdistanê jî girtiye».

PKK ê bi şêwazekî veşartî diyar kir ku ji sala 2018 an û vir ve artêşa Tirk di hemû operasyonan de bi ser ketine, PKK ê bi awayekî nerasterast qebûl kir ku ev herêm ketine deste artêşa Tirk de, Lewra herêma Rekanî û Berwarî ji destpêka salên 1990 ê ve di bin kontrola PKK ê de bû, lê medyaya PKK ê ANF ê ev beş ji axaftinê derxist.

Kalkan bang li Neteweperestên Ereb kir

Endamê damezrîner ê PKK ê Duran Kalkan ku netewperestiya Kurd pirr zerar dibîne û li dijî neteweperestiya Kurd û neteweperestên Kurd şer dike, lê belê di axaftina xwe de bang li neteweperestên Ereb kir û got bibin yek.

Kalkan di axaftina xwe de got: «Di navbera Sûriye û Iraqê de dîwar tê lêkirin, deng ji rêveberiya Şamê nayê, tenê li Şêx Meqsûd ambargoyê dide ser kurdan, tu dest ji wir berde, tu dibêjî axa Ereban, hinek têlê  li nav axa Ereban datîne, weke zindanê dike du parçe, kanê nijadperestên Ereb li ku man? Kîjan Ereb wê bibin yek? da Sûriye û Iraq biban yek, çi jê hat? Niha qed şopeke wan jî ne maye».

Pêşeroja Tirkiyeyê geşe

Piştî ku Duran Kalkan bang li neteweperestên Iraq û Sûriyeyê kir, bang li neteweperestên Tirk jî kir, Kalkan di axaftina xwe de pirsgirêka Tirkiyeyê weke pirsgirêka giştî ya demokratîkbûnê nirxand û got: «Erk dikeve ser mile jin, ciwan û tevgerên kedê, divê tevgereke demokratîk a yekbûyî pêş bixin û alternatîfa tifaqa demokratîk bi awayekî herî xurt bixuliqînin, ger ev yek pêş bikeve paşeroja Tirkiyeyê geşe û pêşîya wê vekirîye».

Kalkan sala 1995 ê fermana gund şewitandinê da bû

Kalkan ku tenê gef li Kurdan û Başûrê Kurdistanê xwar, di tevahiya axaftina xwe de xîtabî neteweperestên Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê kir, ango hişyarî bi netewperestên dewletên dagirker da, Kalkan gefên ku wê  Kurdistana Başûr bikin Ukrayna xwar, Kalkan di sala 1995 an de fermana şewitandina 5 gundên Mûzûrî jûrî-Barzanî û Rêkanî yan da.

piştî ku di qada şer de hêzên ser bi Partîya Edhem Barzanî ji PKK ê xwest gundan neşewitînin lê dîsa Duran Kalkan ferman da berpirsê yekîneya wê deverê «Elî Piling» û got xebatê Roma li ser wan gundan bikar bîne û hêza Elî Piling jî gundê «Sîda (Rêkanî) gundê Têl, Şingêl, Babsêva, Hîzan» şewitandin, hemû dexel û tiştên navmalî şewitandin, Kalkan dema gund dişewitand gotibû:

«Nîron çi anî serê Romayê hûn jî wê bînin serê van gundan, tiştekî nehêle».

Piştî vê bûyerê, di nava PKK ê de bi henekî ji Kalkan re digotin «Nîron Abbas».

Di vî warî de girîng bû ku Kalkan di axaftina gefa Uraynayê li Başûr xwarî, hinek zanyariyên heyî û analîzên çavdêrên siyasî dibêjin; dibe ku PKK bi hin çalakiyên çekdarî, bi taybetî li bajarên wek Hewlêr û Duhokê, aramî û rewşa aborî ya Kurdistanê bike armanç û alozîyan derbixe.

Pustên heman beş