Ceyş El Îslam welatiyên Serê Kaniyê bêzar kirine

جيش-الإسلام-في-حلب-Serê Kaniyê

Çeteyên ku tirkiyê piştevanya wan dike, hêjan desitdrêjyê li ser milkên xelkê deverên operasyona “Kaniya Aştiyê” dikin, pereyên mezin jî ji welatîyan daxwaz dikin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, welatîyekî Serê Kaniyê piştî vegeryaye gundê xwe ku ew çend meh bû serdana gundê xwe nekirî, dît ku mal û milkê wî ji aliyê komên ku Tirkiye pişitgrya wan dike, hatine birin.

Çetyên koma bi navê “Ceyş El-Îslam” ya girêday Tirkiyê, ji boy vegerandina mala wî welatî, daxwaza 150 hezar dolaran ji wî kirîye.

Ji boy çareserkirina vê pirisgrêkê, xwediyê malê çû cem komîta bi navê “komîta bersvdana gazinan” li bajarê Serê Kaniyê, lê belê wî ew bêy bersiva ma.

Çavkaniyên Rewangeha Sûryê tekez kirin ku komên çekdar dest danîne ser malên bajarê Serê Kaniyê û red kirine ku di bin çi şert û mercan de wan ji xwedyên wan re vegerînin.

Pustên heman beş