Paysiksiwarekî Danîmarkî, îro roja înî dema xwestî bi paysikila xwe ji Kanî Masê derbas bibe, mayîneke PKKê pêve teqiya û jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, herdu paysiklsiwarên Danîmarkî JOHANNS
WILLIAM û TORBJOERN HAUBROE ku ev dema çend rojan bû bi paysiklên xwe di ser dehan wilatan re gihîştbûn Herêma Kurdistanê, yêk ji wan îro roja înî 5/5/2022ê li ser rîya nêvbera Kanî Masê û Amêdiyê ji hêla PKKê ve tê kuştin.
Çavkaniyên me destnîşan kirin, wexta herdu paysiklsiwar gihîştin rîya nêvbera Kanî Masê û Amêdiyê bi teybet navçeya bi navê Ganmêrgê û ya ku bi rêya kevin tê nas kirin, paysiklsiwarê bi navê “JOHANNS” ji paysikla xwe ji boy destavê dadikeve û ji nişkan ve mayîneke rêxistina PKKê pêve di teqe û her rast jiyana xwe ji dest dide.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, ev herdu paysiklsiwarên Danîmarkî bi rîya GPS li rê diçûn û GPS ê berê wan dabû wê rîya kevin a li nêvbera Amêdî û Kanî Masê.