PKKê nasnameya 2 Gerîlayan eşkere kir

pkk-zap-turkey-kurd-kurdistan

Rêxistina PKKê îro nasnameya du Gerîlayên xwe eşkere kir ku li nîsana îsal 2022ê di êrîşa Tirkiyê ya li Zapê jiyana xwe ji dest dane.

HPGê ku baskê çekdarî yê rêxistina PKKê ye, îro roja yekşemî 8\5\2022ê, nasnameya du Gerîlayên xwe ku nû temena zaroktiyê derbas kirine, eşkere kir yên ku li nîsana îsalê di êrîşa Tirkiyê ya li Zapê de jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina PKKê her li navbera du heya 3 rojan, nasnameyên komên ciwanan eşkere dike yên ku ji hêla artêşa Tirkiyê tên armanc girtin.

Piranîya şervanên PKKê yên ku tên feda kirin, hêjan di temeneke herî biçûk dane, rêxistina PKKê tam agahîyan li derbara wan eşkere dike û tenê amaje bi temena wan nake, ji bo ku tewana revandina zarokên Kurdan li ser rêxistinê tesbît nebe.