Eşîr û hozên devera Şingalê daxwaz ji PKKê kirin hêzên xwe ji wê deverê derxîne.
Li gorî agahiyên BasNewsê, çendîn hoz û eşîrên devera Şingalê kom bûne û daxwaz ji PKK û milîsên Iraqî kirie Şingalê vala bikin.
Li gorî agahiyan, nûner û serokên wan hoz û eşîran bi hev re daxwaz ji PKKê kirine Şingalê vala bike da ku ew bikarin vegerin ser cih û warê xwe.
Ev demek dirêj e hêzên PKKê û Heşda Şeibî li Şingalê bicîh bûne û ew der kirine serbazgeh û sitargehên xwe. Ew hêzên han rojane xelkê direvînin, mal û milkê wan talan dikin û dibin sebeba malwêranî û awarebûna xelkê Şingalê.
Herî dawî jî şerê PKK û artêşa Iraqê bi sedan malbatên Şingalî derbider kir.