Rêxistina PKKê di 24 demjmêrên rabûrî de kuştina 31 leşkerên Tirk li nav xaka Başûrê Kurdistanê di medyaya xwe de ragihandîye û li gorî rêxistinê ji 17 nîsanê 458 leşker hatine kuştin, ango her rojê bi kêmî 15 leşker!!
Heger ev derewên PKKê rast bin, dibe Tirkiye endametîya xwe ya di NATOyê de bi sedema kirîza nemana leşker ji dest bide!!
Medyaya PKKê ewqas derewên bi şax li ser navê gerîlayan parvedike ku gerîla bi xwe jî henekan pê dikin û dizanin tiştekî wisa li holê tune.
Ji hêla xwe ve Tirkiye dibêje ji 17 nîsanê, artêşa wan 85 gerîla li Başûrê Kurdistanê kirine armanc!!
Rêxistina PKKê rojane nûçeyên derew li derbarê kuştina leşkerên Tirk parvedike, ew dixwaze bi vê yekê ji gel re bibêje va emê berxwedanê di meşînin, lê belê her Kurdek bi van derewên PKKê dizane û her wiha dizane ku li Başûrê Kurdistanê berxwedaneke saxte tê meşandin û zirarên artêşa Tirk û PKKê li holê tune û zirarên artêşa Tirk tenê di medyaya PKKê de tên dîtin.