PKKe û wêranî rê nade koçber vegerin Şengalê

afp-yazidi-kocber-pkk-sinjar-shingal-iraq-army-kurdistan

Piştî 5 salan ji bidawîhatina operasyonên li dijî DAIŞê, zêdetirî 193,000 rûniştvanên Şengalê Ku piranî jê Êzdî ne,hêjan venegeryane warên xwe.

Di destpêka gulanê da û bi sedema wê alozîya ewlekarî û pevçûnên di navbera artêş û çekdarên PKKê de li Şengalê derketîn, nêzî 10,000 xêzanan neçar man ku careke din birevin.

Li gorî raporeke Norwîcî ku ajansa AFP yê parve kirîye, “ji bilî alozbûna berdewam di navbera komên çekdar de, kêşeyên wêraniyê û nebûna avedaniyê ya bi sedema komên çekdar de li Şengalê heye, loma çi kes nikare vegere.

Her wiha dest nîşan kir, tevî pirisgrêkên ewlehiyê, pirisgrêkên zevî û milkiyetê hene.

Raporê zêde kir ku “nêzî 64% ji kesên koçber ku pirs jê hatine kirin, gotine ku malên wan bi tundî zirar dîtine.

Raporê amaje bi wê yekê jî kir ku aware tekez dikin ku “wan çavkaniyên pêwîst nînin ji bo nû avakirina malên xwe, nemaze ji ber nebûna derfetên kar û derengixistina hikûmetê di dayîna qerebûkirinê de”.

Raporê got ku “99% ji wan kesên ku ji bo tezmînata hikûmetê serlêdan kirine, ji bo mal û milkên ku zirar dîtine, tu tezmînat wernegirtine”.

Di destpêka gulanê da, Şengal bû şahidê şer û pevçûnên tund di navbera artêşa Iraqê û Yekîneyên Parastina Şengalê yên grêdayî PKKê, ji ber vê sedemê nêzî 10 hezar malbat careke din neçar man ji Şengalê û derdûra wê koçber bibin.

Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê li oktobera sala rabûrî peymanek ji boy asayî kirina rewşa Şengalê û vegera koçberan îmze kirbû, lê belê PKKe ji wê demê ve astengîyan ji boy cîbicîkirina peymanê çêdike û rê nade aware vegerin warê xwe.

Pustên heman beş