Encûmena Êzidiyên Sûriyê radigihîne, “Keçeke biçûk a Êzidî ji aliyê rêxistineke ser bi PYD an (PKK) ve hat revandin”.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê duhî di daxuyaniyekê de ragihand, “Rêxistina Ciwanên Şoreşger, Sîlva Hemîd Cafer ku ji gundê Basûfanê yê Efrînê, li ser riya dibistanê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Li gor wê encûmenê, xwediyê Sîlva ji bo zanîna çarenivîsa keça xwe, li deriyê hemû saziyên ewlekarî û îdarî, yasayî û kesên ku pêwendiya wan bi PYDê re hene dane, lê ew negihîştine ti encamê.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê tekez dike ku Sîlav Hemîd Cafer nexweş e.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê destnîşan dike “Piştî çar salan ji koçberkirina bi deh hezaran xelkê Efrînê ber bi herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser li Helebê û kampên Şehba de, eşkere bû ku jiyana wan ji metirsiyê ne dûr e. Rêxistina Ciwanên Şoreşger a Partiya PYD (PKK) bi awayekî terorîstî bi revandina zarokên temen biçûk ji destên dayikên wan û birina wan bo eniyên nediyar berdewam e”.
Herwiha dibêje: “Revandina mirovan bi giştî û zarokan bi taybetî di hemû ayînên asmanî, yasayên mirovî û prensîbên mirovî de reftareke bêexlaqî û kiryareke terorîstî ya şermezarkirî y”e.
Li 15 gulanê jî, çeteyên Ciwanên Şoreşger keçeke din ya 13 salî ji bajarê Qamişlo ya bi navê Agrîn Ebdulla ku li gel dayîka xwe li bazar bû, revandin û hêjan çarenivîsa wê jî nediyare.