Azad Hemedemîn: Divê xelk ji destdirêjiyên PKKê yên li ser çapemeniyê bê agahdar kirin

Azad Hemedemîn: Divê xelk ji destdirêjiyên PKKê yên li ser çapemeniyê bê agahdar kirin

Serokê Rojnamevanên Kurdistanê behsa êrîşa PKKê ya li ser saziyên çapemeniya Kurdistanê dike û wê wek pêngaveke metirsîdar pênase dike.

Serokê Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em wek sendîka rojnamevanên rojnamevanên Kurdistanê, me gelek caran hewla ava kirina federasyonekî ragehandinî ya li herçar parçeyên Kurdistanê daye, ji bo mîsaqekî şeref û karê hevbeşî, lê çapemeniya PKKê berdewam rêgir û asteng bûye. Li Rojavayê Kurdistanê jî berdewam rêgir bûye li hember karên rojnamevaniyê, li Başûrê Kurdistanê jî berdewam destwerdan di karûbarên çapemeniyê de dike. PKK, ji aliyê yasayî û destûrî ve pêwendiya wê bi Başûrê Kurdistanê ve tine, lê di salên borî de hewldane xelkê berevajî bikin û pêbend nînin ji bo azadiyar raman û li gel sendîkaya rojnamevanan jî hewkar nabin.’’

Herwaha got: ‘’Em daxwazê ji çapemeniya PKKê dikin, nekevin bin barê arasteyên siyasî yên PKKê, ku li Herêma Kurdistanê birêve dibe, ev yekem care di ferhenga Kurdistanê de roket ji saziyekî çapemeniyê re bê avêtin. Ev tiştekî xirabe û bi taybet di şerê navxwe yê Kurdistanê de jî ti demekê rewş negeheştiye wê astê ku mûşek ji saziyekî çapemeniyê re bê avêtin. Wek lijneya şopandina mafên rojnamevanan me ew kiryar şermezar kir û ev yek destwerdane li karûbarên siyasî û binpê kirina yasaya 37 a rojnamevaniyê ya parlamentoyê jî.’’

Serokê Rojnamevanên Kurdistanê got: ‘’Giring û pêwîste hemû nûnertiyên cîhanê yên li Kurdistanê bên agahdar kirin, rûyê rasteqîn ê PKKê û ew destdirêjiyên li ser çapemeniya Başûrê Kurdistanê bên agahdar kirin.

Pustên heman beş