Li Êlihê 11 rêveberên HDPê yên jin hatin desteserkirin

Li Êlihê operasyon; 11 rêveberên HDPê yên jin hatin desteserkirin

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz ku ji kar hatiye dûrxistin jî di nav de 11 rêveber û endamên HDPê yên jin hatin desteserkirin.

HDP JIN (HDP Kadin) li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê ragihand ku îro 31ê Gulana 2022ê li parêzgeha Êlihê rêveber û endamên partiya wan hatine desteserkirin û dibêje: “Polîsan bi ser malan de girtine û hevserokên me yên şaredariyan, rêveberên navçe û bajaran û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatine desteserkirin.

Di berdewamiya peyama xwe de HDP JIN dibêje: “Desthilat bi operasyonên siyasî yên qirqirinê dixwaze tola krîza xwe bistîne. Dê desthilat wenda bike, jin biserkevin”.

Li gor agahiyan, kesên hatine desteserkirin ev in:

Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz, Hevseroka Şaredariya Bekirhan Gulistan Sonuk, Hevseroka Şaredariya Hezo Nazime Avci, Hevseroka berê ya HDPê ya Êlihê Fatma Ablay, Endama Meclisa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka Navenda HDPê Gurbet Dogan, Çalakvanên TJAyê Gurbet Bozyigit, Halide Keser, Gulnur Deli, Zeynep Oduncu û Ruken Zeryam.

Li gor zanyariyan, 11 kesên hatine desteserkirin bo Rêveberiya Asayişê ya Êlihê hatine birin.

Derbarê hinceta desteserkirina wan endam û rayedarên HDPê de hêj ti agahî nehatiye belavkirin.

Pustên heman beş