Besê Hozat û Zozan Çewlik hûn lehengin yan jî xayîn?

Besê Hozat û Zozan Çewlik hûn lehengin yan jî xayîn?

Endama PKK ê û Rêvebera KCK ê Besê Hozat bi çapemeniya PKK ê Yenî Ozgur Polîtîkayê re hevpeyvînek ji du beşan pêk tê encamdaye. Di hevpeyvînê de heqaret li Îsraîl, WYE, PDK, Barzanî’yan, Êzîdî’yan, Hoşyar Zêbarî û Vîyan Daxîl kiriye û hewl daye ku eyareê bi de wan. Wê Îsraîl û Amerîka wek dijmin îlan kir.

Lê di dijminatiya PDK ê de wê ti sînor nehêlan e. Xuya ye Besê Hozat û rêxistina wê PKK li hember serdana Mesrûr Barzanî bo Îngilîstanê pirr aciz bûne. Têkiliyên Kurdistan û Îngilîstanê ku dikaribû gelek tiştan ji Kurdan re bîne, weke têkiliyeke xiyanetê binavdike. Wê hewl da ku pêşnîyara Mesrûr Barzanî ya ku dibêje “bo Iraqê Konfederalîzm” berovajî bike. Lê Hozat dijminatîya xwe bo PDK ew ewqas pêş de bir ku êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê jî rewa bibîne. Wê mûşekên ku Îranê avêtine Hewlêrê wek “parastina rewa ya Îranê û hişyariyek ji bo Emerîka, Îsraîl, Tirkiye û PDK ê” bi nav kir. Lewma li gorî Besê Hozat êrîşa li ser Hewlêrê êrîşeke gelek rewa û cîh de ye. ango Besê Hozat li ser lingan li çepkan xist.

Besê Hozat bi wî mejiyê xwe yê biçûk ve gotinên pir mezin kirin e. Besê Hozat, ger bi tena serê xwe bûya, bi gelemperî li bajarekî ba nedikarî nanê şevê peyda bike, niha dixwaze eyar bide hemû Dunya yê. Bi çavên xwe yên ku nizanin bikenin, kîn û kerb di nava kurdan de belav dike. Besê Hozat versiyona Cemîl Bayik e. Ango Cemîl Bayik ê mê ye. Ji aliyê siyasî ve karîkatureke mêran e û pala xwe daye grûpa Enqerê yê. Bi fikr û hestên kemalîzmê teşkil bûye. Loma jî di dijminkarîya Kurdan de sînor nenase.

Yek din jî weke Besê Hozat heye. Endama rêveberiya HPG ê Zozan Çewlik jî yek ji wan e. Besê Hozat çawa xwe spartiye Cemîl Bayik û karîkatura wa ye, karîkatura Mirad Qarayilan jî Zozan e. Gotinên Qarayilan dubare dike. Zozan bi hemû alî de dixwaze weke Qarayilan be lê ew nikare weke Qarayilan devê xwe kef bide. Wan Rojên raborî de wê ji mîna Besê Hozat gotinên quretî yên wek “Eger em li Zapê têk biçin emê Barzan bigirîn” kiribû. Ev xulqîyeta cahil ku nedikarî behsa girtina Amed û bajarê xwe Çewlîkê ji dijminan bike, gefên girtina Barzan li Herêma Kurdistanê dixwar. Lê Zozan nizane wê roj were ev gel tif bike rûyê wan yek bi yek.

Gelo Besê Hozat leheng e yan xayîn e? Belê, ya rast her çiqas Besê Hozat di her axaftinê de her kesekî xayîn îlan bike jî, xayinê rast Besê bi xwe ye. Dema ku wext hat wê di dadgehan de wek xayîn bê darizandin û hesab jê were pirsîn. Ji ber ku xwîna zarokên kurdan bi Besê Hozat ve hişik bû ye. Ji ber vê sedemê mafê Besê nîne ku behsa tiştekî bike, bi taybetî jî kurdan. Niha jî tû di wujdana Kurdan de xayîn tê pênasekirin.

Çapemeniya PKK ê axaftina Besê Hozat bi gotina “Besê Hozat peymanên PDK ê û Tirkiyeyê vedibêje” parve kir. Lêbelê Besê Hozat berîya her tiştekî bila pêşî li ser xwe rave bike. Besê Hozat bila diyar bike ku PKK bi kê re peymana kolandina xendekan kiriye.

Ji ber ku Besê Hozat berpirsê karesata Xendekên PKK ê ye. Wê bi xwe karesata xendekên di sala 2015an de bi rê ve bir. Di şerê xendekan ên PKK ê de 12 bajar wêran bûn, 100 hezar xanî wêran bûn, ji ber şer 400 hezar kes koçber bûn. Çima? Di encama kîjan peymanê de bi kîjan hêzan re ev rûda?

Besê Hozat yek ji wan berpirsên vê karesatê û danûstandinên tarî ye. Xwîna wan ciwanên ku bê armanc yek bi yek ber bi mirinê ve hatin ajotin bi destê Besê Hozat ve ye. Besê Hozat jî bi qasî dewleta Tirk kujerê wan ciwanên li Cizîrê hatin şewitandin e. Ji ber ku şansê wan kesan hebû ku ji jêrzemînê derkevin. Lê Besê Hozat talimat da “PKK venakişe, ji bo îmaja PKK ê xerab e” û ew Ciwan di jêrzemîna de hatin şewitandin

Zozan Çewlik; Versiyona qels a Besê Hozat e. Ew jî berpirsyarê windahiyên bêwate yên HPG ê yên van salên dawî yê ye. Zozan Çewlîk nabêje em bicîn çiya Şekîf, Xantûr, Abdal Kovî û girê Botînê yên ku me dane dewleta Tirk bistinîn, lê gefa girtina Barzan dixwe. Ev bêhişmendî ye, ev rewşa nezaniyê ye, pêwîste Zozan Çewlik li dadgehê bê darizandin. Ji xeynî vê sûçên Zozan Çewlîkê yê din jî hene.

Zozan Çewlîk berpirsiyara wan çend sed ciwanên hîna nehatine eşkerekirin çima û çawa mirine ye. “Tûnêlên Şer” yên Mirad Qarayilan qala wan dike û dibêje “tektîka şer a nû” ka bê je çend ciwan di wan de fetisin. Mînak di sala 2017an de li kela Ertûş devê wê tûnêla 3 gerîlayên jin têda hate betonkirin. Heman tişt li tepe Colemêrgê rûda devê tunelê hate betonkirin û çend gerîla tê de man. Dîsa li Kato derîyê Sedkarê devê tûnêla ku 7 gerîla têde bûn hate betonkirin. Sala par li Zendûra û Warexelê bi dehan gerîla di wan tûnêlan da jîyana xwe ji dest da. Tektîka Qarayilan a “nû” bûye goristana ciwanên Kurd. Îca bila pêşî Zozan Çewlik derkeve holê û diyar bike ka çima we gerîla di wan tûnêlan de hiştin. Yanî Zozan Çewlik xayîn e û xwîna ciwanê Kurd bi destên wê ve hişik bûye.

Li şûna ku Zozan Çewlîk her kesî xayîn îlan bike û bi girtina Barzan tehdît bike, divê biçe cenazeyên 7 gerîlayên di sala 2017 an de di tûnêla Kato Jîrka ya Beytûlşebabê de beton li ser wan hatiye dariştin bigire. Şûna ku Zozan bi awayekî bêşerm gefa girtina Barzan bixwe, bi dehan cenazeyên wendakirî û navên nehatî aşkere kirin yên ku di wan tûnêlên mirinê mayî diyar bike. Gef xwarin wê sicila we paqiş neke ji ber ku taca xîyanetê li sere we ye. Ew tac ji were pîroz be.

Besê Hozat û Zozan Çewlîk bûne karîkaturên mêran. Herdu jî nezan in, bêhiş û cahil in. Her wiha hestên welatparêziyê bi wan re nîne. Dibe ku îro girseyek wan hebe ku ew xwe wek leheng nîşan didin. Lê demek nêzîk ev gel wê sikurka wan bigihêjîne û ji wan re bibêjin, “Zarokên me li ku ne, we çima zarokên me ji bo Tirkiyeyeke xweş şandin mirinê?”

Pustên heman beş