Demirtaş: Niha jî hevdîtin navbera Dewletê û PKKê de hene

Demirtaş: Niha jî hevdîtin navbera Dewletê û PKKê de hene

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di parastina xwe ya doza Kobanê de behsa pêwendiyên dewletê û PKKê kirin û Demirtaş bi awayekî parastina xwe bi van pêwendiyan kir û di derbarê pêwendiyên dewletê û PKKê de got: Berpirsên dewleta Tirkiye,bi biryara Konseya Ewlekariya Netewî ê bi erêkirina serokkomar li gel rêveberê PKKê Abdulah Ocalan hevdîtin kirine.Di dema AK Partiyê de 7 hevdîtinên girîng hatine kirin. Niha jî dibe ku ev hevdîtin berdewambin.

Demirtaş ji bo çi di vê qonaxê de pêwist dibîne behsa hevdîtinên PKKê û dewletê dike cihê pirsê ye. Herkes dizane ku, pêwendiyên dewletê û PKKê ji roja roj ve heta wek niha berdewamin û tu cara ev pêwendî qut nebûne. Ji aliyek din ve Demirtaş jî dizane ku, hemahengiyek di navbera PKKê û dewleta Tirk de heye û li gora vê jî di gelek bûyeran de bi hevre tevdigerin.

Ji berî çendekî Demirtaş di nivîseka xwe de digot: Welatê me yê hevbeş Tirkiyeye. Dewleta me ya hevbeş Cumhuriyeta Tirkiye ye. Emê demokrasiyê li ser hîmên cumhuriyetê ji nûve ava bikin.

Îrojî wek tiştek nê dîtî behsa pêwendiyên dewletê û Tirkiye dike. Gelo mimkine rojekî Demirtaş li xwe mikûr bê û behsa hemû bûyeran bike? Tişta ku wî pakij bike ev e.Rêyek din ji bo wî nemaye. Tirsa mezin a Demirtaş di helwesta Ocalan ya li himberî wî ye..

Pustên heman beş