Tirkiyê kuştina du leşkerên xwe li sînorê Herêma Kurdistanê ragihand

pkk-turkey-pkk-turk-kurdistan

Wezareta bergiryê ya Tirkiyê, kuştina du leşkerên xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand, hemwext birîndarbûna du leşkerên din.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê di daxuyanîyekê de eşkere kir, di çarçûveya operasyona Pence -Kilîl de li navçeyên sînorî, bombek bi karwanekî artêşa wan de teqyaye û di encamê de, leşkerek hat kuştin û 3 birîndar bûn.

Destnîşan kir, paş ku birîndar ji boy nexweşxanê hatine rakirin, yek ji wan bi sedema giranîya birînê jiyana xwe ji dest da.

Li 18 nîsana îsalê, artêşa Tirkiyê operasyona bi navê Pence – Kilîl li navçeyên sînorî yên nêvbera Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê li dijî PKKê destpêkirbû û heya niha ev operasyon berdewame.

Pustên heman beş