Parlamentoya Sûriyê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

Parlamentoya Sûriyê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

Parlamentoya Sûriyê di derbarê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir: “Armanca operasyonê destwerdana “ne rewa” û vejandina “xeyalên” herêmeke ewle û guhertina demografiyê ye.”

Parlamentoya Sûriyê di civîna do de daxuyaniyek li ser operasyona Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê da û got: “Armanca li pişt vê dagirkeriyê zindîkirina xeyalên herêma ewle ye ji bo pêkanîna pêvajoyeke nû ya jicîhûwarkirin û derxistina bi darê zorê ya xelkê ji herêmê û pêkanîna guhertineke demografîk e ku gefê li aşitî û ewlehiya navneteweyî û herêmê dixwe.”

Herwiha Parlamentoya Sûriyê eşkere kir, Tirkiye ji bo bidestxistina armancên xwe biryarên Neteweyên Yekbûyî berovajî û binpê dike û rewşên însanî bi kar tîne.

Di berdewamiyê de Parlamentoya Sûriyê destnîşan kir, serweriya Sûriyê û mafê wê yê parastina ji operasyona “ne rewa” ya Tirkiyê heye û êrîşên ku bûne sedema “kuştina welatiyên bêguneh û wêrankirina mal û milkên wan” şermezar kir.

Pustên heman beş