Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê mohleta lêgerîna petrolê hat dirêjkirin

Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê mohleta lêgerîna petrolê hat dirêjkirin

Rojnameya fermî ya Tirkiyê ragihandin ku li bajarê Batman, Mêrdîn û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê dema mohleta lêgerîna petrolê ya Saziya Petrolê ya Tirkiyê (TPAO) heta 11ê Tîrmeha 2024an hatiye dirêjkirin.

Rojnameya fermî ya Tirkiyê, îro 19ê Hezîranê biryara li ser dirêjkirina mohleta lêgerîna neftê ya Saziya Petrolê ya Tirkiyê (TPAO) ya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Maden û Neftê ya ser girêdayî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê belav kir.

Di biryarê de hatiye gotin, li Batman, Mêrdîn û Sêrtê ku rûbera wê 15 hezar û 297 hektar e, lîsansa lêgerîna petrolê ya TPAOyê heta 11ê Tîrmeha 2024an hatiye dirêjkirin.

Pustên heman beş