Berhem Salih û manoreke siyasî a nesalih

Berhem Salih û manoreke siyasî a nesalih

Berhem Salih Serok Komarê Îraqê û endamê Konseya Rêveber ya YNKê, ji boy fermî kirina çekdar û mîlîşyayên PKKê di nava refên Heşda Şebî de, ketîye nava hewlên mezin de, ji boy vê jî civînek li gel şandê PKKê encam daye.

Roja yekşemî ya rabûrî 19 xizîrana 2022, şandekê Şengalê ku piranî jê kadro û rêxistinên PKKê bûn, li koçka Selam ji hêla Berhem Salih ve hatin pêşwazî kirin.

Pêgeha “Darka Mazî” ji çavkaniyên xwe yên taybet, navên tev endamên şandî û kadroyên PKKê yên ku bi Berhem re civîyane, her wiha naveroka civînê bi dest xistine.

Nûnerên PKKê yên ku bi Berhem re civîyan e evin:

Umer Salih Îbrahîm / Serokê Partîya Azadî û Demokrasî ya Êzdî

Dexîl Murad Hesen / Partîya Azadî û Demokrasî ya Êzdî

Înam Îlyas Hesen / Partîya Azadî û Demokrasî ya Êzdî

Fehed Hamid Umer / Raspardî ji boy Birêvebirina Qaîmeqamîya Şengalê

Xudêda Cokî Hisên / Raspardî ji bo Birêvebirina Nahiya Sinûnê

Hisên Hecî Nebso / Serokê Koma Rêveberiya Xweser

Berhem Salih di civînê de, ev kadroyên PKKê weke nûnerên Şengalê hesibandin e, şanda PKKê ji Berhem Salih xwest ku çekdarên PKKê di nava refên Heşda Şebî de werin fermî kirin, Berhem Salih jî soz bi wan daye ji boy vê armancê alîkariyê bike.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir ku di civînê de berhem Salih ji Şandê PKKê re go ku ew kuştina zarokekî êzdî li Sinûnê şermezar dike, lê belê tu amaje bi wê yekê nekir ku 4 kadroyên PKKê yên ne Îraqî di eynî baregehê de hatbûn kuştin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir, Berhem Salih ji bo ku çekdarên PKKê bi fermî tevlî refên Heşda Şebî bên kirin, civînek ji boy wan li gel Qeys Xezelî rêkxist û li ser daxwaziya Berhem Salih, Qeys Xezelî duh roja sêşemî 21/6/2022 li gel şandê PKKê civîya.

Xezelî li ofîsa xwe ya li Bexdayê pêşwaziya şandê Şingalê û PKKê kir, Dawud Cundî berpirsê navenda rêxistinên YNKê li Şingalê serokatîya şandê kir.

Şandê navbûrî bi hûrgilî derbarê êş û azarên şêniyên bajêr ji boy Xezelî axvî û jêre got: “dixwazîn hûn hêzeke heşda şebî bişînin Şengalê ji bo ku Şengal parastî be”, Xezelî ev daxwaziya wan wergirt û soz bi wan da ku alîkarê wan be û hewl bide Heşda Şebî di Şengalê de cîh bigre.

Hewlên Berhem Salih yên meşrû kirina hêzên PKKê di Şengalê de û hewlên çêkirina şirîkatîyeke nû di nêvbera YNKê û PKKê de li wê derê, bera ku manorek be li dijî gel û nûnerên resen yên Şengalê, bi fîta Îranê û Çarçûveya Hemahengiyê hatîye, ji ber ku Berhem baş dizane, yên ku Şengalîyan weke nûnerên xwe di hilbijartina dawîn ya parlamentoya Îraqê de hilbijartîn, namzedên kîjan partîya Kurdistanî bûn, her wiha baş dizane gelê resen ê Şengalê bi tu awayî namezdên PKKê, Heşda Şebî û her wiha yên partîya Berhem siza dan, loma tevgera Berhem Salih û erk û mîsyonên wî yên nesalih wê çi bandora xwe li Şengalê neke.

Pustên heman beş