Cenazeyên 3 koçberên Kurd bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin

Cenazeyên 3 koçberên Kurd bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin

Nûnerê Ajansa Lutke li Yunanistanê ragihand, roja Şemiyê 02.07.2022ê termên 3 koçberên Kurd wê bo Kurdistanê bên vegerandin.

Nûnerê Ajansa Lutke ya Karûbarên Penaberan Şêx Husên ragihand, termê 3 koçberên Kurd ku 2 ji wan zarok in, wê roja 02.07.2022 demjimêr 16:05 piştî nîvro ji Herêma Kurdistanê re bên vegerandin.

Li gorî belgeyan, yê mezin 33 salî ye û her duyên din jî 9 û 6 salî ne.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir, ku piştî derbasbûna zêdetirî 5 mehan ji binavbûna keştiyeke koçberan, roja 21.12.2021ê li nêzîkî girava Santorini ya Yunanê, termên wan sê koçberên Kurd di çend qonaxan de ji aliyê hêzên berevaniya peravên Yunanistanê ve hatin dîtin.

Pustên heman beş