Aliyên siyasî careke din li Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin

Aliyên siyasî careke din li Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin

Biryare îro 28.06.2022yê saziyên helbijartinê yên wan aliyên ku xwedî kursî ne li Parlamentoya Kurdistanê, li gel serokatiya Herêma Kurdistanê bicivin.

Biryare civîn demjimêr 12:00ê nîvro birêve biçe û cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir serokatiya civînê bike.

Civîn taybet dê derbarê nêrînên partiyan ên li ser çalak kirina Komîsyona Bilind a Helbijartinê û nûjen kirina yasaya helbijartinê û tomara dengdêran ku her alî û di raportekî de nêrînên cuda pêşneyar dike û dê helwêstê xwe yê dawiyê pêşkeşî lijneya taybet a Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin.

Piştî vê civînê biryare nêrînên partiyan ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve bibe reşnivîsek û pêşkeşî civîna bilind a Serokê Herêma Kurdistanê û nûnerê Netewên Yekbûyî li gel serokên bilind ên partiyên siyasî yên Kurdistanê bê kirin, ku despêka meha pêş dê we civîn pêkbê.

Pustên heman beş