PYDe li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijde

PYDe li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijde

Îro 1ê Tîrmeha 2022yan, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir, tê de banga serbestberdana Hemîd Îdê û hemû girtî û revandiyan kir û got ku PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijd e.

ENKSê di daxuyaniya xwe de weha gotiye: Hevdemê ku welatiyên kurd di rewşeke abûrî û ewlekarî xerab re derbas dibin, rêveberiya PYDê di astengkirina jiyanê, di rêya kiryarên tirsandin, ji revandin û geflêkirinê de, berdewam e, da ku welatî di rewşeke nearam û neseqamgîr de bijîn.

ENKSê da zanîn: Di 12 meha Hizêrana bûrî de Hemîd Merwan Îdê, endamê partiya Yekîtî Kurdistanî -Sûriya, li bajarê Amûdê, rastî berdana guleyan û hewla kuştinê hat piştre hat revandin û otombêla wî hat desteserkirin, tevî bangên serbestberdanê hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e, ku ev kiryar û binpêkirin jî di demekê de tên, ji ber siyaseta PYDê şêniyên deverê ji encama rewşa abûrî ya têkçûyî, dinalin.

ENKSê, kiryarên PYDê bi tundî şermezar kirin, û banga diyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê û hemû girtiyan kir.

Di dawiya daxuyaniyêa xwe de ENKSê bang li aliyê Emerîkî, kir ku, bi erk û berpirsiyaretiya xwe rabe, fişarekê li rêveberiya PYDê û QSDê bike da ku dest ji van kiryaran berdin û êdî her kesekî ku ne hevnerîn be bi PYDê neyên girtin û revandin.

Pustên heman beş