Ji tirsa şerê PKK û Tirkiyê gundekî Çemçemal jî vala bû!

Ji tirsa şerê PKK û Tirkiyê gundekî Çemçemal jî vala bû!

 Xelkê gundekî bajarokê Çemçemal yê Silêmaniyê ji ber çekdarên PKKê û tirsa êrişên Tirkiyê bar kirin. Çend gund jî li ber valakirinê ne.

Li gorî agahiyan, xelkê gundê Tûteqel yê Çemçemalê ji ber çekdarên PKKê û tirsa êrişên Tirkiyê bar kirine û gund vala bûye.

Li gorî agahiyan, xelkê gund ji çekdarên PKKê re gotibûn êdî hatinçûna gundê me nekin lê çekdarên PKKê qebûl nekiribûn, ji ber wê jî di navbera wan de alozî derketibû, gundî neçar mabûn bar bikin.

Berpirsê liqa 19 ya PDKê li Çemçemal, Seyîd Rêbwar ragihand, ji bilî gundê Tûteqel xelkê çend gundên din yên Çemçemalê hişyarî dane PKKê da ku hatinçûna gundên wan nekin.

Seyîd Rêbwar her wiha got, eger PKK li ser hatinçûna xwe berdewam be xelkê wan gundan jî dê bar bikin.

Pustên heman beş