Hêzên ser bi Tirkiyê ve ber bi Til Rifetê ketine rê

turkey-army-tilrifat-rojava

Karwaneke leşkerî ya grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ku ji zirîpoş tankan pêk tê, ber bi bajarokê Til Rifetê bi rê ketin.

Çalakvanên Efrînê şeva borî belav kirin, karwaneke leşkerî ya grûpên çekdaran ku zirîpoş tankan pêk dihat ji bajarê Efrînê ber bi rêya Kefer Cenê û Ezazê ve bi rê ket, wek amadekariyekê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî HSDê li bajarokê Til Rifetê.

Ajansa Anadoluyê jî ragihandin, hêzên leşkerî ji bajarê Ezazê yê li tenişta Til Rifetê ye jî dest bi tevgerê kirine ku di nav wan de zirîpoş û mûşekavêj hene.

Tevgera van hêzên di demekê de ye, artêşa Tirkiyê ji zêderî 40 rojî ye gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û dibêje ew ê “herême ewle” bi kûrahiya 30 km ava bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibş, ew li ser pêkanîna operasyonekê li Minbic û Til Rifetê rijd in û kengî amadekariyên wê temam bibin, ew ê dest bi operasyonê bikin.

Bajarokê Til Rifetê 25 km li başûrê rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi opozîsyona Sûriyê ve, hejmareke mezin ji koçberên Efrînê lê bi cih bûne.

Pustên heman beş