Li Diyarbekir 3 tax ji bo biyaniyan hatin qedexekirin

Li Diyarbekir 3 tax ji bo biyaniyan hatin qedexekirin

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 3 taxên Diyarbekirê ji bo niştecîbûna penaber û biyaniyan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe, li Tirkiyê ji 1ê Tîrmehê ve, 781 taxên din ji bo niştecîhbûna biyanî û penaberan hatin qedexe kirin û bi vê biryarê jî hêjmara taxên ku ji bo bicîhbûna biyaniyan hatine qedexe kirin, gihiştin 1169 taxan.

Li Diyarbkirê jî taxên Karacik û Karapinar yên ser bi navçeya Bismilê ve û taxa Çobantepe ya ser bi Sîlvanê ve ji bo bicîhbûna biyanî û penaberan hatine qedexekirin

Li Tirkiyê biryarnameyek hatiye derxistin ku nabe hêjmara penaber û kesên biyanî ji %25ê welatiyên Tirkiyê derbas bike û bi vê mebestê jî tax û deverên ku gihiştibin wê hêjmarê, ji niştecîhbûna biyaniyan re tên qedexekirin.

Pustên heman beş